• Monday, 09 February 2026
logo

Gera duyem a danûstandinên Îran û Amerîkayê bi dawî hat

Gulan Media April 20, 2025 Nûçe
Gera duyem a danûstandinên Îran û Amerîkayê bi dawî hat

Duyemîn gera danûstandinên Îran û Amerîkayê ya di derbarê bernameya etomî ya Îranê roja Şemiyê 19.04.2025, li Romayê birêve çû.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî ragihand ku danûstandin baş bûn û bû bingehekî ji bo gera din a danûstandinan.

Iraqçî ragehand: "Gora dema pêş a danûstandinan dê roja Şemiya bê be û paşê em ê bizanibin ku em ber bi ku ve diçin.”

Hêjayî gotinê ye, Ebas Iraqçî û Steve Witkov nûnerên Îran û Amerîkayê di danûstandinan de di derbarê mijara atomî ya Îranê de ne, ku niha bi nîqaşan li Rojava û Amerîkayê di rojevê ye de.

Li gorî çavkaniyan, Îran gelekî nêzîkî bidestxistina çekên atomî ye, lê dibêje ku dê bi awayekî aştiyane bernameya xwe bikar bîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû, yan divê Îran dev ji bernameya xwe berde yan jî dê êrîşên leşkerî li dijî wê bên bikaranîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje tekane çareserî êrîşa leşkerî ye û Trump jî dibêje ku ew lez nake.

 

Basnews

Top