• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rûsya: Em beşdarî êrîşê nebûne

Gulan Media February 29, 2020 Nûçe
Rûsya: Em beşdarî êrîşê nebûne
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand, balafirên me ti xalên Tirkiyeyê li Idlibê nekirine armanc.

Werazeta Berevaniya Rûsyayê îro roja derbarê kuştina 33 leşkerên Artêşa Tirkan li Idlibê de daxuyaniyek daye. Wezaretê gotiye hêzên wan ev êriş pêk neaniye û balafirên wan ên şer ti xaleke artêşa Tirkiyeyê li Idlibê nekirine armanc.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku grûpên çekdar li Idlibê hewl dane êrîşî li ser Artêşa Sûriyeyê bikin û artêşa Sûriyeyê bersiv daye.Herwiha Dîsan hatiye diyarkirin ku cihên wan çekdaran bombebaran kirine.

Li gor daxuyaniyê, “serbazên Tirkiyeyê di nava grûpên çekdar ên Sûriyeyê de bûne ku rastî bombebarana li Idlibê hatine”, lewma encameke wisa derketiye holê.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê tekez dike, ku balafirên wan ti pêgehên Tirkiyeyê li Idlibê nekirine armanc û destnîşan dike: “Piştî em agahdarî kuştina serbazên Tirkiyeyê bûn, me her tişt kir ji bo agirbesta giştî ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve.”

Wezaret Rûsyayê herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye, ku Enqerê agahî nedaye Rûsyayê ku hêzên wan li Idlibê ne.

Duh hêzên Tirkiyeyê li sînorê parêzgeha Idliba Sûriyeyê rastî êrîşê hatin û li gor daxuyaniya herî dawî ya Waliyê Hatayê Rahmî Doganî, di encama êrîşê de 33 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û hejmarek serbaz jî birîndar bûne.

Basnews
Top