Leaf: Ez dixwazim Trump hinardekirina petrola Kurdistanê bike dozeke serekî ya Îraqê
Alîkara Berê ya Weîzrê Derve yê Amerîkayê dibêje, “Kurd dikarin rolê seqamgiriyê li Îraq û Sûriyeyê bigêrin.” Tekezê li ser pêdivîtiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî dike, ji ber ku rawestandina wê zirarê digehîne hemî aliyan.
Alîkara Berê ya Weîzrê derve yê Amerîkayê Barbara Leaf taybet ji K24ê re got, “Rolê Kurdan ron û eşkere ye, ew dikarin rolê seqamgirkeran li Îraq û Sûriyeyê bigêrin, lê heta niha siyaseta îdareya nû ya Trump li beranberî Rojhilata Navîn ron nîne û ez nizanim dê çawa be.”
Barbara Leaf herwesa got, “Ez dixwazim îdareya Trump hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike yek ji dozên serekî yên Îraqê ji bo seqamgiriya wî welatî, rêgirtina siyasî û teknîkî ji bo hinardekirina petrolê heye.”
Alîkara Berê ya Weîzrê derve yê Amerîkayê amaje jî da, “Ez li wê bawerê me ku komên çekdar kansera serweriya Îraqê ne, ew li dû destûrî serederiyê nakin û fermanên wan ji cihên din jê re tên. Ez dixwazim hikûmet wan kontirol bike.”
K24
