• Monday, 09 February 2026
logo

Mezlûm Ebdî çû Bendava Tişrînê

Gulan Media April 19, 2025 Nûçe
Mezlûm Ebdî çû Bendava Tişrînê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî çû Bendava Tişrînê û çalakvan ziyaret kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Fermandara Giştî ya YekîneyênParastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn doh tevî Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî çûn Bendava Tişrînê.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Mezlûm Ebdî û Rohilat Efrîn bi çalakvanan re civiyan û “berxwedana wan a ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd silav kir”.

Mezlûm Ebdî bangî her kesî kir ku mil bidin hev da ku welatekî aram û ewle were avakirin.

Di heman demê de ku Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) ku 8ê Kanûna Pêşîna 2024an dest bi êrişên kontrolkirina Helebê û Şamê kir, Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê jî li derdora Minbicê, Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê dest bi êrişan kir.

Ji wê demê ve, di navbera HSD û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de li herêmê şer û pevçûn derdikevin.

Her çi qas carinan li ser agirbestê lihevkirinek hebe jî, heta niha sekinandina tevahiya şer pêk nehatiye.

 

Rudaw

Top