Herî kêm 55 serbazên Sûrî û çekdarên Hizbulaha Lubnanê li Idlibê hatin kuştin!
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, firokeyên şer û yên bêfirokvan ên artêşa Tirkiyê binkeyên artêşa Sûriyê li bajarokê Seraqib û derdora Mierit Numan li Idlibê bombebaran kirin û di encamê de 45 serbazên artêşa Sûriyê hatin kuştin.
Wê dezgeha mafên mirov herwiha da zanîn jî, topxaneya Tirkiyê binkeyên rêjîma Sûriyê li nêzîkî riya navdewletî M5 topbaran kirin.
Rewanegehê diyar kir jî, artêşa Tirkiyê navendên “kargehên berevaniyê” û “Lêkolînên Zanistî” yên li herêma Sifîrê li rojhilatê Helebê jî bi mûşekên zemîn - zemîn armanc kirin.
Her li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, di şer û pevçûnên li derdora bajarokê Seraqibê de, herî kêm 10 çekdarên Huzbulaha Lubnanî hatin kuştin, di nava wan de 2 fermandar hebûn.
Rewangehê ragihand jî, artêşa Sûriyê jî hêzên Tirkî li bajarokên Tiftenaz û Mierit Nasan li rojhilatê Idlibê topbaran kirin, serbazî Tirk hate kuştin û 6 serbazên din jî birîndar bûn.
Li gorî raportên wê saziya sivîl, li navçeya “kêmkirina aloziyan” a Idlibê şer bi giranî di navbera artêşa Sûriyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve berdewam e.
Ev piştî wê yekê tê, pêr 34 serbazên Tirkiyê di êrîşên esmanî yên rêjîma Sûriyê de li Idlibê hatibûn kuştin.
Basnews
