Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo xizmetkirina xelkê ye, ne ji bo îmtiyazên siyasî yên aliyan e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, em dixwazin hikûmeta nû di demek nêzîk de were avakirin û hemû partiyên ku di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de biser ketine, divê beşdarî avakirina kabîneya nû bibin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Nîsanê ragihand, hikûmet ji bo xizmetkirina xelkê ye, ne ji bo îmtiyazên siyasî yên partiyan e. Her kesê dixwaze xizmeta xelkê bike, derî jê re vekirî ye.
Mesrûr Barzanî got, pêwîst e em li ser berjewendiyên bilind ên xelkê Kurdistanê yekhelwest bin û bi hev re kar ji bo misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin.
Amaje bi wê jî kir, “Di rojeva avakirina hikûmetê de, ti cudahî di navbera me de tune ye, lê divê îstihqaqa hilbijartinê pîvana dabeşkirina postan be.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 16.04.2025an gihîşt bajarê Silêmaniyê û beşdarî guftûgoyeke taybet di 9emîn Dîdara Silêmaniyê bû.
K24
