• Monday, 09 February 2026
logo

Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şam derbarê Efrînê de dicivin

Gulan Media April 17, 2025 Nûçe
Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şam derbarê Efrînê de dicivin

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got, ji bo diyarkirina bernameyeke têkildarî Efrînê, wan bi rêveberiya Şamê re lihev kirine ku civîneke taybet bikin. 

Şandeyeke ji rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweser duh li nava taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê geriyan ku Bedran Çiya Kurd jî di nav de bû.

Bedran Çiya Kurd li ser malpera xwe naveroka hevdîtin û gerê agahî parve kir û got: “Me bi hev re rêbazên berdewamkirina pêkanîna xalên ji peymanê mane nîqaş kirin, naxasim dosyaya girêdayî pevguherîna dîlan. Li kêlek wê jî me mekanîzmayên hevkariya rêveberî di navbera saziyên sivîl ên li her du taxan û Meclisa parêzgeha Helebê de gotûbêj kirin.”

Derbarê rewşa Efrînê de jî, Bedran Çiya Kurd diyar kir, wan li ser lidarxistina civîneke taybet ku aliyên têkildar ên hikûmet û Rêveberiya Xweser bicivin li hev kiriye, da ku bigihînin planeke xebatê ya zelal ji bo Efrînê.

 

K24

Top