HESEKE – Çekdarên girêdayî Tirkiyê av li ser yek milyon kesî qut kirin
Zilhêzên cîhanê li vî bajarî dimînin, lê hebûna wan nebûye sedema aramiya deverê û girîngtirîn pêdawistiya jiyanê li vir peyda nabe.
Xelkê Til Temir bê avin, wêstgeha Elok ku ava navçeyê dabîn dike û 6 kîlometran dikeve rojhilatê Serê Kaniyê, ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve û rê bi karmendên wê nayê dan biçin ser kar.
Li cem Edla û cîranê wê , behs behsa nebûna av ê û zehmetiya jiyanê ye.
Hemwelatiya bi navê Edla Dawê, dibêje, “Îro sê çar roj ava me tune ye, ava me ji Eloke tê Til Temir û diçe Hesekê û Şedadê û holê , wan li ser me qut kitine, ji serê sibehê ve balafir digerin, jiyana me di xeterê de ye, ka dewlet ? Ka demokrasî ?”
Av ne li Til temir û ne li Hesekê heye, heta li Şedad û Holê jî tune ye, beramber avê, çekdarên ser bi Tirkiya ve daxwaza dana karebayê dikin.
Rêveberiya avê amadebûna xwe derbarê dana karebayê nîşan dide û bi gerentiyeke rûsî, sê caran civîn di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê ji aliyekî û çekdarên opozisyonê û artêşa Tirkiyê ji aliyekî din ve, çêbûye, lê heta niha jî ava deverê nehatiye.
Hevseroka Rêveberiya Avê, Sozdar Ehmed, diyar dike, “Em dixwazin wêstgeha xwe bişuxilînin bi karmendên xwe yên ku beriya niha tê de kar dikirin. Wan kareba dixwast, me kareba da wan, lê niha çima nadin em nizanin, xwestekên wan yê bê, çine em nizanin.”
Ji 24 vê mehê ve , av li ser yek milyon kes hatiye qutkirin, di 26 heman mehê de girûpek şarezayên avê yên Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi polîsên Rûsî re çûn wêstgeha Elok, lê jibilî ku rê liber wan hat girtin, bombeke çandî jî bi wan ve teqiya û sê kes ji wan birîndar bûn.
Rudaw
