Li Urmiyê yekem haleta tûşbûna bi Koronavîrûsê hat tomarkirin
Serokê Zanîngeha Pizişkî ya Urmiyê, Cewad Aqazade ragihand, ku li bajarê Urmiyê kesek bi vîrûsa Koronayê ketiye û diyar kir, kesê tûşbû jineke 55 salî ye ku niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriyeke taybet de ye.
Cewad Aqazade da xuyakirin, ku ew nexweş çend roj berî niha nîşanên nexweşiya nefeswergirtinê hebû û pêştir serdana bajarê Qumê jê kiribû, lewma her ji destpêkê ve pişkinîn jê re hat kirin, nimûneya xwîna wê ji Tehranê re hat şandin û li nexweşxaneyê di jêr çavdêriyeke tund a pizîşkan de hat razandin.
Aqazade diyar kir, roja Çarşemê bersiva testa wê nexweşê ji Tehranê vegeriya û encama testê pozetîv e, lê ji ber ku nexweş zû li nexweşxaneyê kete bin çavdêrî û dermankirinê, niha rewşa wê ber bi başbûnê ve diçe.
Pêştir li herdu parêzgehên Kirmaşan û Loristanê jî haletên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê hatibû tomarkirin. Li gor daxuyaniyên fermî yên rayedarên hikûmeta Îranê, li Kirmaşanê 2 kes û li Loristanê jî kesek bi vîrûsa Koronayê ketine.
Bi tomarkirina yekemîn haleta vîrûsa Koronayê li Urmiyê, niha ev vîrûs li 20 parêzgehên Îranê belav bûye.
Li gor amara herî dawî ya Wezareta Tendirsutiya Îranê ku duh Çarşemê belav kiriye, 140 kes li wî welatî bi vîrûsa Koronayê ketine ku 19 kes ji wan canê xwe ji dest dane û 54 kes jî piştî wergirtina çareseriyê baş bûne.
Li aliyekê din, li parêzgeha Kirmaşanê, Zanîngeha Gulistanê ya ji bo şewat û hawarçûna bilez wek navenda berpirsyar di ber encamdana pişkinînên vîrûsa Koronayê hatiye destnîşankirin.
Serokê Zanîngeha Gulistanê Siyaweş Wezîrî diyar kir, % 10 ji qerewîleyên nexweşxaneyên sînorê parêzgeha Kirmaşanê bo tûşbûyên vîrûsa Koronayê hatiye terxankirin.
Wezîrî herwiha da xuyakirin, ku amûrên taybet bi pişkinînê gihane Zanîngeha Pizîşkî ya Kirmaşanê û bê beramber pişkinînên vîrûsa Koronayê bo welatiyan dikin.
Rudaw
