• Tuesday, 10 February 2026
logo

Du leşkerên din yên Tirk hatin kuştin

Gulan Media February 27, 2020 Nûçe
Du leşkerên din yên Tirk hatin kuştin
heta niha 17 leşker hatine kuştin
Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê belav kir ku duhê di encama êrîşeke artêşa Sûriyeyê de bo ser leşkerên Tirk li Îdlibê du leşkerên Tirk hatine kuştin û du leşkerên din jî birîndar bûne.

Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê herwiha eşkere kiriye ku artêşa Tirkiyeyê dem û dest bersifa êrîşa han daye.

Weke tê zanîn şer û pevçûnên heyî li Îdlibê didomin û ji destpêka vê mehê ve heta niha zêdetir ji 17 leşkerên Tirk hatine kuştin û nêzî 25 leşkerên din jî birîndar bûne.

Top