• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî cejna Kurdên Êzidî pîroz kir

Gulan Media April 16, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî cejna Kurdên Êzidî pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Kurdên Êzidî li gorî çand û kevneşopiyên xwe Cejna Serê Salê pîroz dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê wesîleyê peyamek belav kir û hêviya aramiyê kir.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Cejna sersala Êzidiyan li hemû welatiyên me yên Êzidî yên ku li Kurdistanê û li her dera cîhanê bin bi germî û ji dil pîroz dikim.

Hêvîdar im cejneke aram û tena derbas bikin û her sal hemû cejn û helkeftên wan û hemû Kurdistaniyan bi xêr û xweşî vegerin.

Di vê cejnê de careke din hemû xwişk û birayên Êzidî piştrast dikim ku em dê wekî her tim piştevan û parêzerên maf û daxwazên rewa yên wan û hemû pêkhateyên Kurdistanê bin.

Herêma Kurdistanê ji bo bo hemûyan dê her bimîne welatê bihevrejiyan, lêbûrîn û hevqebûlkirinê.

Sersala hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”

 

Rudaw

Top