Siyasetmedarekî sunnî yê Iraqî: Eger kurd beşdar nebin em jî deng nadin hikûmeta nû!
Siyasetmedarê sunnî yê Iraqî, Xemîs Xencer ji televîzyona Iraqî ya “Alsumaria” TV re gotiye, pîvan û usûlên siyaseta serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Ellawî, bi arîşe û kêşe ne.
Xemîs Xencer her wiha gotiye, zehmet e parlementoya Iraqê kabîneya Mihemed Ellawî pesend bike ji ber ku yên piştevanên wî bûn, niha ew jî nîgeran û nerazî ne.
Wî siyasetmedarê Iraqî daye zanîn, eger kurd û sunnî nebin şirîkên hikûmetê ew hikûmet bi ser nakeve û gotiye, eger kurd beşdarî hikûmetê nebin sunnî jî deng nadin hikûmetê.
Bi gotina wî siyasetmedarê Iraqî, Mihemed Ellawî, xeletiya ku Heyder Ebadî kiribû, dubare dike û dixwaze kurdan piştguh bixe, ev jî hebûna Iraqê dixe metirsiyê.
Parlementoya Iraqê îro hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Ellawî pesend dike.
Basnews
