• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî serê sala Êzidiyan pîroz dike

Gulan Media April 16, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî serê sala Êzidiyan pîroz dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta hatina serê sala Êzîdiyan pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dike, herwesa hêvîdar e cejneke xweş û pirî şayî derbaz bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 15.04.2025) peyameke pîrozkirinê arasteyî Êzidiyan kir.

Ev jî peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:

Ez sersala Êzîdiyan li tevaya xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Ez hîvîdar im cejneka xweş û pirr şadî biborînin.

Em wek herdem piştevaniya maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzidî dikin û em li ser bizavên xwe berdewam in, da ku rewşa Şingalê dîsa asayî bibe û avedan bibe û awareyên wê deverê bi serbilindî vegerin ser wargehên xwe.

Sersala Êzidîyan pîroz be û herdem di aştî û saxlemiyê da bin.

 

Mesrûr Barzanî 

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

K24

Top