Peyama Serok Barzanî ya serxwaşiyê ji bo koça dawî ya Bedro Leşkerî Bêstryaneyî
Serok Barzanî ji ber koça dawî ya xebatkar û Pêşmerge Bedro Leşkerî Bêstryaneyî peyameke hevxemiyê bo kesûkarên wî belav kiriye û ragehandiye: “Bedro Leşkerî yê rehmetî beşdarî bi dehan berxwedanî û destanên dîrokî yên Pêşmerge bûye û yek ji wan qehremanan bû ku ligel nemir Barzanî çûbû Yekîtiya Sovyetê û hemû jiyana xwe ji bo xizmetkirina Kurd û Kurdistanê ji bo xebateke bilind û rewa dabîn kiribû.”
Naveroka peyama Serok Barzanî ji bo malbat û kesûkarên Bedro Leşkerî:
Binavê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemgîniyeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya xebatkar û pêşmergeyê ku westandin nedizanî (Bedro Leşkerî Bêstryaneyî) bihîst.
Xwedê jê razî Bedro Leşkerî Bêstryaneyî beşdarî bi dehan berxwedan û destanên dîrokî yên pêşmerge bûye û yek ji wan qehremanên alîkar ê Barzaniyê Nemir bû, ji bo yekitiya Soviyetê û hemû jiyana xwe bo xizmetkirin û serbilindiya kurd û Kurdistan û ji bo dozeke bilind û rewa dabîn kir.
Ez serxwaşiyê ji malbat û kesûkar û hevalên rehmetî Bedro Leşkerî dikim û xwe bi şirîkê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim rihê rehmetî bi biheşta zêrîn şa bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.
Mesûd Barzanî
15.04.2025
Basnews
