• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike

Gulan Media April 15, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê      dike

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike, ku ji bo cara yekê di dîrokê de bû qehremana Cama Kendavî. Herwesa dibêje, “We bi serkeftina xwe dilê hemî Kurdistanî û Îraqiyan xweş kir.”

Ev jî peyama Serokê Herêma Kurdistanê ye:

Ez ji dil û bi germî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê ya xweşdivî dikim, ji bo serkeftina wê ya evro ku bo cara êkê bû qehremana Cama Kendavî. Wan bi vê serkeftinê û vê yarîya ciwan û bihêz dilê me hemiyan li Kurdistanê û seranserî Îraqê şad kir. Em hemî şanaziyê bi Yaneya Dihokê û vê serkeftinê dikin.

Ez êk bi êk destxweşiyê li hemî yarîzan û berpirsyarên Yaneya Dihokê dikim, ku cihê spasî û rêz û şanaziya Kurdistanê û hemî Îraqê ne. Ez hîviya gelek serkeftin û bidestêxistina gelek camên dî ji bo wan dikim.

Her bijîn, her hebin, her serkeftî bin.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kuristanê

2025/4/15

 

K24

Top