• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka: Plana me nîne leşkeran li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê bicîh bikin

Gulan Media February 27, 2020 Nûçe
Amerîka: Plana me nîne leşkeran li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê bicîh bikin
Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley ragihand ku planeke wan a wiha nîne careke din li Sûriyê leşkeran ‎li herêmên nêzîkê sînorê Tirkiyê bicih bikin.‎

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper û serokerkanê Amerîkayê General Mark Milley li ‎Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê derbarê budçeya berevaniyê ya 2021ê ‎de bersiva pirsan dan.‎

Derbarê hebûna leşkerên Amerîkayê de li Sûriyê, Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley, ragihand ku ‎berî êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê, leşkerên wan ji herêmê vekişiya ne û ligel destpêkirina ‎êrîşê leşkerên nêzîkê sînor bo rojhilat hatine veguhestin.‎

Milley got: “Erkê me yê li Sûriyê neguheriye. Erkê me, li rojhilatê Sûriyê şerê dijî DAIŞê ye. Herwiha ti ‎plan û nêteke me ya wiha nîne careke din leşkeran li ser sînorê navbera Tirkiye-Sûriyê bicih bikin.”‎

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper jî da zanîn ku armanca Amerîkayê li Sûriyê ew e li ‎navçeyên petrolê careke din DAIŞ zindî nebe û got: “Di qonaxa niha de egereke wiha naxuyê leşkeran ‎bişînin herêma ser sînor.”‎

Rudaw
Top