• Tuesday, 10 February 2026
logo

Grûpên çekdar careke din bajarokê Seraqibê kontrol kir

Gulan Media February 27, 2020 Nûçe
Grûpên çekdar careke din bajarokê Seraqibê kontrol kir
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, bajarokê Seraqib ya Idlibê ji destê artêşa Sûriyê kontrol kir.

Ajansa “Reuters” da xuyakirin, bajarokê Seraqib ya Idlibê dîsa ket destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve.

Ajansên opozîsyonê Sûriyê belav kirin, îro piştî şerekî giran di navbera çekdaran û artêşa Sûriyê de, çekdaran karîn careke din bajarokê Seraqibê kontrol bikin.

Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsya, berî 3 hefteyan riya navdewletî M 5 û bajarokê Serqibê xistibû bin kontrol xwe.

Duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Eredogan ragihandibû, ewê tevahiya navçeyên ku xalên çavdêriyê yên Tirkiyê lê ne vegerînin bin kontrola xwe û heta dawiya vê mehê jî molet da artêşa Sûriyê, ta jê vekişin.

K24
Top