• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi Balyoza Almanyayê re civiya

Gulan Media April 15, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî bi Balyoza Almanyayê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyoza Almanyayê ya Îraqê Christiane Hohmannê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser wê civîna îro daxuyaniyek da û got:

"Di civînekê de teqezî li ser bipêşxistina têkiliyên Almanyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û firehkirina hevkariya hevbeş a di navbera wan de hat kirin.

Her wiha derbarê rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, bîr û ra bi hev hatin guhertin."

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de behsa "pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û metirsiyên teror û berdewamiya gef û êrişên DAIŞê” hatiye kirin.

Her du aliyan li ser wê yekê li hev kiriye ku aramî û seqamgîriya herêmê bê parastin û pirsgirêk û nakokî, bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

“Rewşa Sûriyeyê” û “çend mijarên din ên girêdayî berjewendiyên her du aliyan” di civînê de hatine nirxandin.

 

Rudaw

Top