Nêçîrvan Barzanî: Parêzgehbûna Helebceyê kêmtirîn xelat ji bo qurbanîdan û êşên gelê wê yê têkoşer e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya pejirandina projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve di peyamekê de ragihand, “Bi fermî naskirina Helebce wekî parêzgeh, xelata herî kêm e ji bo qurbanî û êşên Helebce û gelê wê yê têkoşer e.”
Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Nîsanê di peyama xwe de, bi germî pîrozbahî li xelkê Helebceyê û tevahiya Herêma Kurdistanê kir û spasiya Parlamentoya Iraqê û her kesê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ku di vê pêvajoya dirêj de hevkarî kirine kir û got: “Ev ji bo me û tevahiya gelê Kurdistanê cihê kêfxweşiyeke mezin e.”
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Ji bo ku em baştir xizmeta xelkê Helebceyê bikin, me dest bi pêvajoya veguherandina Helebceyê bo parêzgehê kir.Îro bi temambûna rêkaran li Iraqê û bi fermî naskirina Helebce wekî parêzgehek, xelata herî kêm ji bo qurbanî û êşên Helebce û gelê wê yê têkoşer e.”
Nêçîrvan Barzanî got jî, ew hêvî dike ku ev yek bibe sedema baştirbûna jiyan û xweşguzeraniyê, geşbûn û pêşkeftina Helebceyê di hemû waran de û got: “Erkê me hemûyan e ku em bê dudilî xizmeta Helebceyê bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê bi vê boneyê jî, şehîdên Helebceyê û tevahiya Kurdistanê bi bîr anî û silavên xwe ji bo giyanê wan şandin.
K24
