• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rojavayê Kurdistanê rêkarên rûbirûbûna Korona tund dike

Gulan Media February 27, 2020 Nûçe
Rojavayê Kurdistanê rêkarên rûbirûbûna Korona tund dike
Tevî ku heta niha tu haletên Korona li Rojavayê Kurdistanê nehatiye tomar kirin, lê wekî gavek parastinê, desteya tenduristiyê xalek pizîşkî li dergeha Sêmalka ya sînorî daniye.

Jiber metirsiya belabȗna vayrosa korona, desteya tenduristiyê xaleke pizîşkî li dergeha sêmalka ya sînorî ji hêla Rojavayê Kurdistanê ve ava kiriye .

Ev kav tê piştî ku korona li welatên nêzî Sȗriyê mîna Iraq belav bȗye, loma çi kesê ku derbasî xaka Rojava ji hêla başȗrê kurdistanê dibe germahiya laşê wî tê girtin ji hêla tîmên tenduristiyê.

Piştî sala 2011an rewşa tendurstî li Rojavayê Kurdistanê aloz bȗye ȗ gelek caran dermanên nexweşiyên giran lê peyda nabin .

Tevî rewş tenduristî ya na baş ȗ tȗnebȗna alav ȗ nexweşxaneyên taybet bi dermankirina vayrosa korona , lê xelk dibêjin ku ew ne metirsîdarin ji belavbȗna vayrosê .

Wezareta tenderustiyê ya sȗrî ragihand ku ta nuha tu kêseyên vayrosa korona li sȗriyê ne hatine tomar kirin , lê jiber belvbȗna wê li hejmarek mezin ji welatên cîhanî ȗ welatên erebî jî, wezaretê li hemu dergehên sînorî yên di bin kontrola rêjîmê de herwiha li hemu firokxaneyan, xalên pizîşkî ava kiriye.

Top