• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê: Serdana Kerkûk û Necefê nekin

Gulan Media February 27, 2020 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê: Serdana Kerkûk û Necefê nekin
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, daxwaz li hemwelatiyan dike ku serdana Kerkûk û Necefê û bajarên din ên Iraqê nekin.

Wezareta Navxwe di daxuyaniyekê de derbarê belavbûna vîrusa Koronayê û metirsiya tûşbûna hemwelatiyan, daxwaz dike, “Geştên xwe bo bajarên Iraqê bi şêweyekî giştî rabigirin bi taybetî bo Necef û Kerkûk.”

Herwiha di daxuyaniyê de bo navxweya Herêma Kurdistanê jî tê pêşniyazkirin, eger karekî pêwîst nebe baştir e ku di vê maweyê de kêmtir hatinûçûnê bikin.”

Di heyama çend rojên derbasbûyî de Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê çend haletên tûşbûna bi Koronayê li herdu bajarên Necef û Kerkûkê ragihand.

Vîrusa Koronayê ku li Çînê serî hilda bû, niha bi awayekî bilez li Îranê ku cîrana Herêma Kurdistanê ye, belav dibe û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi mebesta rêlibergirtina wê vîrusê ku belavî Kurdistanê jî nebe, çend biryar dane ku girtina deriyên sînorî yek ji wan rêkaran e.

Rudaw
Top