Bedlîs.. ji ber berfê û qeşayê rojekê dibistan hatin rawestandin
Hat ragihandin ku li Bedlîsê ji ber barîna berfê û qeşayê rojekê dibistan hatin rawestandin.
Di daxuyanîya ku ji alîyê parêzgerîya Bedlîsê ve hat parvekirin de hat ragihandin ku, li gorî pêşbîniyên Midûriyeta keşûhewayê, 14ê Nîsanê roja Duşembê li tevahiya bajêr ji bo barana berfê û çêbûna qeşayê dibistanên li navçeyên navendî yên Bedlîs, Gureşk, Mutki û Tetwanê û li navçeya Exlatê perwerdehiya veguhastinê ji bo rojekê hatiye rawestandin.
