Serok Barzanî pîrozbahî li Nûrî Malikî û Humam Hemûdî kir
Serok Mesûd Barzanî îro 13.04.2025 bi rêya nameyekê pîrozbahî li Nûrî Malikî kir, bi helkefta hilbijartina wî wekî Serokê Giştî yê Partiya Dewa ya Îslamî di kongireya 19emîn ya wê partiyê de.
Serok Barzanî her îro bi rêya nameyeke din pîrozbahî li Humam Hemûdî jî kir, bi helkefta dubare hilbijartina wî wekî Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê (DEWA)di gera 14ê ya wê partiyê de.
Basnews
