Rêxistina Tenduristiya Cîhanê bang dewletan kir: Li hember vîrusa korona amadekarî bikin
Serokê Koma Covid-19 Bruce Aylward dîyar kir ku karbidestên dewletan divê dijî belavbûna vîrusê bi awayekî çapik tevbigerin.
Aylward da zanîn ku divê li nexweşxaneyan cîh û navendên çavdêrîyê amade bin.
Li gor daneyên WHO, Covid-19 heta niha ketiye canê bêhtir ji 77.000 kesan û bêhtir ji 2600 kes kuştine.
Covid-19 di meha Berfanbarê de li Wuhan a Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.
Basnews
