Parlamena Ewropa daxwaza azadkirina Demîrtaş dike
Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamena Ewropayê bang li hikûmeta Tirkiyeyê dike ku berbestên li pêş mafnasiyê rake û Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala azad bike.
Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamena Ewropayê di serdana Enqereyê de bi Wezîrên Derve û Navxweyî yên Tirkiyê, endamên Komîsyona Mafên Mirovan ya Parlamenê, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk û rojnamevanan re hevdîtin encam dabûn.
Di hevdîtinan de, mijarên danîna qeyuman, pêşhatên doza Osman Kavala, serdestiya mafnasiyê, azadiya rojnamevanî û pêşhatên Sûriyê hatin gotubêjkirin.
Hevserokê pêştir ê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji Mijdara 2016 av girtî ye. Herwiha karsaz û çalakvanê sivîl Osman Kavala jî ji sala 2016an ji piştî derbeya Tirkiyê ve girtî ye.
K24
