Ji Muqteda Sedir bo alîgirên xwe: Xwepêşandanên aştiyane bikin û alên Îsraîl û Amerîkayê bişewitînin
Ajansa Şefeq News ragehand, rêberê Tevgera Sedir duh 12.04.2025ê daxwaz ji aligirên xwe kiriye ku xwepêşandanên aştiyane pêkbînin, ji bo şermizarkirina operasyonên leşkerî yên berdewam ên Îsraîlê yên li Xezeyê.
Di beyanameya Sedir de hatiye gotin, di dema nimêja Înê, li cîhên hatine diyar kirin li parêzgehên Iraqê xwepêşandanan bikin.
Sedir ferman daye di dema xwepêşandanan de alên Îsraîl û Amerîkayê bişewitînin û derveyî ala Filîstîn û Iraqê ti alayekî din bilind nekin.
Basnews
