• Monday, 09 February 2026
logo

Li Hîndistan û Nepalê di encama baranên tund de 100 kes zêdetir mirin

Gulan Media April 13, 2025 Nûçe
Li Hîndistan û Nepalê di encama baranên tund de 100 kes zêdetir mirin

Li gor nûçeyên çapemeniyên herêmî, li welatên Asyaya başûr Hîndistan û Nepalê, di nav 2 rojên dawî de li derveyî demsalên normal, baranên tund bi bandor dibin.

Ji ber baranan li eyaleta Bihar a Hîndistanê 82 kesan jiyana xwe ji dest dan û li eyaleta herî qerebalix a wî welatî Uttar Pradeş jî ji ber birûsk û bahozê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Herwaha li Nepalê piştî baranên tund û ketina birûskê 8 kes mirin.

 

 

Rudaw

Top