• Tuesday, 10 February 2026
logo

Lavrov: Ligel terorîstan agirbest nayê kirin

Gulan Media February 25, 2020 Nûçe
Lavrov: Ligel terorîstan agirbest nayê kirin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku agirbesta ligel “terorîstên li Idlibê” tê wateya ferq û ‎cudahîkirin û piştgirîkirina wan.‎

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 43emên danişîna Konseya Mafên Mirov a Neteweyên ‎Yekbûyî de ku li Ofîsa Cinevê ya Neteweyên Yekbûyî ya Swîsreyê hat sazkirin, bal kişand ser rewşa ‎Idlibê û got: “Divê civaka navdewletî û Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî rê li ber radîkalên ‎serê xwe radikin bigirin.”‎

Lavrov got: “Niha hinek hevpîşeyên me, bi zanebûn an nezanî, hewl didin hovîtiya grûpên radîkal û ‎terorîst rewa pêşan bidin. Wek di hevdîtinên derbarê Idlibê de hat dîtin, zehmet e mirov bikaribe rave ‎bike çawa banga agirbesta ligel çeteyan tê kirin. Çalakiyên wiha nayên wateya parastina mafên mirov, ‎berevajiya wê agirbesta ligel terorîstên tê wateya ferq û cudahîkirin û piştgirîkirina wan.‎"‎

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov herwiha tekez kir ku agirbesta ligel terorîstan tê wateya ‎binpêkirina konvansiyonên gerdûnî û gelek biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Rudaw
Top