• Tuesday, 10 February 2026
logo

Encûmena Wezîran bo xweparastina ji vayrosa Korona çend biryarên girîng derkirin

Gulan Media February 25, 2020 Nûçe
Encûmena Wezîran bo xweparastina ji vayrosa Korona çend biryarên girîng derkirin
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û parêzgarên herêmê û serperiştiyarên her îdareyên Germiyan û Raperîn civîna xwe ya asayî encam da.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser serdana hefteya bûrî ya şanda Hikûmeta Herêmê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Konferansa Asayişê ya Munchênê û hevdîtina Papayê Vatîkanê û berpirsên bilind ên Îtalyayê. Serokwezîr amaje bi wê da, ku pêşwaziyeke hêjayî û girîng li şanda Herêmê hat kirin, ku nîşan da pêgeheke gelekî girîng a Herêma Kurdistanê heye û civaka navdewletî bi çavê rêzê li Herêma Kurdistanê dinêre û pêzanîna wê bo rola Herêma Kurdistanê di warê rûbirûbûna tundrewî û pêkvejiyana olî de heye.

Piştre Serokwezîr amaje bi hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê kir û tekezî li wê kir, ku divê dam û dezgehên fermî û destûrî yên Herêma Kurdistanê biryarê li ser awaya beşdariya nûnerên Herêma Kurdistanê bide û aliyên Herêma Kurdistanê jî li ser vê babetê yekhelwest in.

Civînê guftûgo derbarê plan, pêngav û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna metrisiya vayrosa Korona de kir. Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman berzincî raportek derbarê dawî zanyarî û pêşhatên wê vayrosê û pirsgirêk û pêşniyazên çareseriyê pêşkêş kir. Serokwezîr amaje bi wê da, ku selametî û parastina jiyana welatiyan di serweriya her tiştî de ye û ew her hewlekê didin û rênimayên pêwîst digirin ber bo parastina welatiyên Herêma Kurdistanê.

Encûmena Wezîran di vê derbarê de biryar da:

- Rojane zanyriyên durist û rênimayên pêwîst bi riya dezgehên ragihandinê re ji raya giştî re bêne ragihandin.

- Ji roja Çarşemê 26. 02. 2020an ve li tevahiya navendên xwedinê, dibistan, baxçe û peymangehên hikûmî û taybet ên Herêma Kurdistanê heta roja 10. 03. 2020an bibe bihnvedana fermî. Derbarê zanîngeh û peymangehên hikûmî û taybet jî ji roja Şemiyê 29. 02. 2020an û heta 10. 03. 2020an bibe bihnvedana fermî. Piştre jî ji 11 heta 23. 03, 2020an bihnvedana salana ya Buharê dibe û di roja 24. 03. 2020an proseya xwendinê destpê dike. Heru wezîrat jî rojên bihnvedanê di çarçova sala xwendinê de qerebû dikin.

- Biryar hat dayîn geşta ne pêwîst li navxweya Herêma Kurdistanê, yan ew geştiyarên din ên Iraqê têne Herêmê heta demeke diyarkirî bê sînordarkirin û pişknînên pêwîst jî ji hemû geştiyarên tên Herêma Kurdistanê re bê kirin.

- Bi ti awayekî rê nayê dayîn kelûpel li bazarên Herêma Kurdistanê bêne gorxkirin û buhakirin û rênimayên yasayî yên tund li hember serpêçan tên girtin. Çav ji bo pişknîna bijîşkî ji kesên têne Herêma Kurdistanê re nayê girtin.

- Hikûmeta Herêmê dilniyabûnê dide ku tevahiya pêwîstiyên welatiyan dabîn dike û tevgera bazirganiyê jî bi liberçavgirtina rênimayên tenduristî berdewam dibe.

- Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Aboriyê raspard ku pêwîstiyên parêzgehan û îdareyên serbixwe dabîn bike. Pêşniyazên Wezareta Navxwe û Wezareta Tenduristiyê jî hatin pesendkirin û her du wezaret raspard bo wan bicih bikin.

- Encûmena Wezîran daxwaz ji welatiyan dike ku hevkarê bicihkirina plan û rênimayên dam û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê bin û rênimayên xweparastinê jî li ber çavan bigirin û bicih bikin.


K24
Top