Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir
Serok Barzanî bi Serokweîzêr Îraqê re civiya û danûstandin li ser hin mijarên giring kirin.
Serok Mesûd Barzanî berî nîvroya îro (Şemî, 12.04.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û pê re civiya.
Biryar e Serokwezîrê Îraqê piştî vê civînê bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî re bicive.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Şemî, 12.04.2025) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî jî ji malpera K24ê re got, “Serdana Serokwezîr Sûdanî ji bo Hewlêrê di çarçoveya pirinsîpa peywendî û danûstandinên li ser pirsên giring ên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ye, û hikûmet dixwaze vê pirsê bi tevaya aliyên siyasî yên ku tevlî piroseya siyasî bûne re biparêze.”
Ewadî di derheqa tewerê civînên Serokwezîrê Îraqê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re got, “Sûdanî gengeşe û şêwrê dike, ku ji pêdaçûna pirsên hevpar li jêr ronahiya pêşhatên navxweyî û derveyî pêk tê.”
Ji hingê ve ku Sûdanî bûye Serokwezîrê Îraqê, çar caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye, cara dawiyê jî li roja 13.11.2024ê bû. Sûdanî wê demê bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê di wê civînê de behsa arêşeya mûçeyên Herêmên Kurdistanê kir û tekez li ser pêdivîtiya dûrxistina pirsa xerckirina mûçeyan ji her nakokiyeke siyasî kir, herwesa danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraq û deverê jî kirin.
K24
