• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pentagon budceya bo Pêşmerge û HSDê kêm dike

Gulan Media February 25, 2020 Nûçe
Pentagon budceya bo Pêşmerge û HSDê kêm dike
Di reşnivîsa projeya budceya serbazî ya Amerîkayê de bo sala 2021an ku vê mehê der çû, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), alîkariya darayî ya bo Hêza Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kêm kiriye.

Hevkariyên Amerîkayê ji bo her yek li Iraq û Sûriyê, 350 milyon dola hatiye kêmkirin, di demekê de ku berpirsên Kurd ên li herdu aliyên sînor dibêjin metirsiya serîhildina DAIŞê berdewam e.

Di projeya budceya şerê li DAIŞê de, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, yek milyar û 159 milyon dolar bo hêzên Iraqî, Pêşmerge û HSDê terxan kiribû, lêbelê di projeya budceya bo sala 2021an de, ew rêje bo 845 milyon dolaran hatiye kêmkirin.

Di projeya budceya îsal de, 745 milyon dolar bo rahênan û pêdawîstiyên hêzên Iraqî û 200 milyon dolar bo rahênan û pêdawîstiyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û 250 milyon dolar bo hêza pasewanên sînor li Sûriyê hatibû terxankirin.

Lêbelê weke di reşnivîsê de hatiye, sala bê 645 milyon dolar bo hêzên Iraqê tê terxankirin, pişka hêza pasewanên sînorî li Sûriyê ku 250 milyon dolar bû tê ragirtin, pereyê rahênan û pêdawîstiyên hevbeşên Amerîkayê bo HSDê bi qasî 100 milyon dolar hatiye kêmkirin. Li gor wê yekê be, pişka hevkariya hêzên HSDê di reşnivîsa projeya 2021an de li gor reşnivîsa 2020an bi qasî 350 milyon dolar tê kêmkirin.

Ev 3 sal e, li pey hev, Amerîka budceya ku ji bo şerê li dijî DAIŞê terxan kiriye, kêm dike. Di budceya serbazî ya 2019an de, Pentagonê yek milyon û 400 milyon dolar bo şerê li dijî DAIŞê terxan kiribû.

Yek ji sedemên daketina budceya terxankirî ji sala 2019 no 2021, kêmkirin û dawîn car sekinandina wî pereyî bû ku weke alîkariya bo pêdana mûçe, dabînkirina xurek û sûtemenî bi wezareta Pêşmerge dihat dayîn. Di sala 2021an de êdî ew pişka pere bi Wezareta Pêşmerge nayê dayîn, di demekê de ku di budceya serbazî ya 2019an de bi qasî 290 milyon dolar û di 2020an de bi qasî 126 milyon dolar bo mûçeyên Pêşmerge hatibûn terxankirin.

Bi giştî ew pişka pere ku di reşnivîsa budceya serbazî ya 2021an de bo Wezareta Pêşmerge hatiye terxankirin, 80 milyon û 694 hezar û 891 dolar e, wate ji sedî 12 ji wî pereyê ku di reşnivîsê de bo Iraqê hatiye terxankirin, ji bo hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê dibe.

Ji wê pişka ku bo Wezareta Pêşmerge hatibû danîn, 33 milyon dolar ji bo pêdawîstiyên serbazî, sûtemenî, kelûpelên bînasazî, derman, perçeyên çek û perçeyên otomobîlên serbazî tê terxankirin. 47 milyon û 694 hezar dolar bo pirçekkirin û rahênana 12 lîwayên Wezareta Pêşmerge dibe ku yekxistîne, wate wan hêzan li xwe nagire ku li gor reşnivîsê, wan ‘alîgiriya siyasî’ heye. 417 milyon û 800 hezar dolar bo rahênan û pirçekkirina hemû hêzên Iraqî hatiye pêşniyazkirin ku Wezareta Berevaniyê, Dije Terora Iraqê, Wezareta Navxwe ya Iraqê û herwiha Wezareta Pêşmerge li xwe digire. Li gor wê yekê be, bi giştî pişka ku bo rahênan û pirçekkirina hêzên Iraqî hatiye danîn, ji sedî 11.4 bo Wezareta Pêşmerge dibe.

Di reşnivîsa budceya serbazî ya Amerîkayê bo 2020an de daxwaza 300 milyon dolar bo şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê hatibû kirin, lê belê weke di reşnivîsa îsal de tê dîtin, 100 milyon ji wê pişkê hatiye kêmkirin, wate îsal, 200 milyon dolar bo hevkariya serbazî hatiye terxankirin.

Jibilî vê yekê Amerîka êdî 250 milyon dolar bo hêzên pasewanên sînor nade. Weke di reşnivîsa budceya serbazî ya 2021an de hatiye, ew budceya yekemcar di 2020an de jî nebû, ji ber ku ‘Hêzên Amerîkayê bo berengarbûna DAIŞê daxwaz nekiribûn’ lêbelê piştre ew pere bi hewlên Kongrêsê hatiye terxankirin.

Sala derbasbûyî, Amerîka bi niyaz bû hêzekê ji şervanên HSDê bo parastina sînorê di navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê de ava bike, lêbelê ji ber êrişa sala derbasbûyî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, ew plan hatiye ragirtin.

Du çavkaniyên agahdar ji HSDê ji malpera Al Monitorê re ragihandine, agahiya wan ji wê nîne Amerîka 100 milyon dolar ji wî pereyî kêm kiribe ku di çarçoveya proje-budceya 2020an de bo şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê, hatibû danîn, herwiha ji wi pişka ku di reşnivîsa budceya 2021an de bo hêza pasewanên sînor, jê hatiye birîn.

Çavkaniyek nêzîk li HSDê li ser bêdengiya HSDê derbarê wê pêngava Pentagonê de, dibêje, “Ti kes naxwaze tûşî êriş û nimayişa hêza Trump bê. Eger ez jî bûma, dê tirsiyabam ji wê ku Trump bêje ‘ev pereyê me ye û divê hûn kêfxweş bin û daxwaza zêdetir nekin’.”

Rudaw
Top