• Monday, 09 February 2026
logo

Li Iraqê hejmarek Serokên eşîran bi balafireke leşkerî geştê dikin

Gulan Media April 12, 2025 Nûçe
Li Iraqê hejmarek Serokên eşîran bi balafireke leşkerî geştê dikin

Hjemarek Serokên êl û eşîrên Iraqê bi balafireke leşkerî ya ji cura “C130” ku taybet ji bo operasyonên leşkerî û berdana xwarê ya leşkeran a bi pereşûtan tê bikaranîn, tên veguhestin.

Li ser torên civakî yên Iraqî de vîdeoyek hatiye belav kirin ku tê de hejmarek kesayetiyên bi cilên Erebî ve derdikevin û tê gotin ku ji bo beşdar bûna li serxwaşiyekî, li Bexdayê ber bi bajarê Besrayê ve diçin.

Ew dîmen ji aliyê kanala Elşerqiye ve hatiye belav kirin û nivisiye: “Balafira leşkerî C-130 e, lê ne diyar e ku ew ji bo kîjan erkî, ber bi kuderê ve difire.”

 

Basnews

Top