Trump: Em amadene hêza leşkerî li dijî Îranê bikarbînin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand, eger pêwîst bike Amerîka amadeye hêza leşkerî li dijî Îranê bikarbîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir: ‘’Em rê nadin Îranê bibe xwedî çekên atomî û eger rêkeftin pêkneyê, helbijardeya leşkerî ya dijî Îranê jî li ser masêye.
Serokê Amerîkayê diyar kir, eger Îran rêkeftinê red bike, wê demê Îsraîl jî beşdar dibe di operasyona leşkerî ya li dijî Îranê de û diyar kir: ‘’Îsraîl rêveberiya êrîşên leşkerî li ser Îranê dê bike û eger Tehran dest ji bernameya xwe ya atomî bernede dê ew yek pêkbê.’’
Roja sêşemê Kanal 12 ya Îsraîlê ragehand: ‘’Erkê Îsraîlê naha ew e, hewl bide bandor li ser rêkeftina atomî bike ku di berjewendiya wê de be û berjewendiyên wê neyên piştguh kirin.
Di hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ya li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump de, Trump daxwaz ji Tehranê kir, bi rêya danûstandinan bigehin rêkeftinê, ku bendewarî hene ew hevdîtin li Umanê birêve biçin û got, eger danûstandin serkeftî nebin, wê demê li gor min dê ew bibe rojekî pir xirab bo Îranê.
Basnews
