Di kongreya HDPê de kesekî canê xwe ji dest da
4emîn Kongreya Asayî ya HDPê li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê berdewam e.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şevket Herkî ragihand ku di kongreyê de welatiyeke bi navê Zekî Oguz ji ber celtayê dil canê xwe ji dest da.
Şevket Herkî diyar kir ku Zekî Oguz xelkê navçeya Dihê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê bûye û cenazeyê wî bo beşa morga nexweşxaneyê hate veguhestin.
Herkî herwiha da zanîn malbata Oguz ji bûyerê hate agahdarkirin.
Rudaw
