Donald Trump: Emê li gel Îranê danûstandina rasterast pêk bînin
Îro 07.04.2025, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand: “Amerîka û Îran dê danûstandina rasterast encam bidin. Bi amajedana bi wê ku Amerîka waha baştir dibîne ku pirsgirêka pêşxistina bernameya Atomî ya Îranê bi rêya danûstandinê ve çareser bike.”
Trump ragehand: “Emê rasterast bi Îranê re danûstandinan bikin. Wan dest pê kiriye. Wê roja şemiyê civîneke mezin çêbibe û em ê bibînin ka çi dibe.”
Herwaha amaje bi wê jî kir, “Em rêkeftina bi Îranê re ji bijardeyên din tercîh dikin û Îsraîl jî dixwaze xwe ji mezinbûna pevçûnan dûr bixe.”
Navborî diyar kir: “Ka em bibînin ka em dikarin xwe ji wê dûr bigrin? Ez hêvî dikim ku ev hevdîtin bi ser bikevin. Ev di berjewendiya Îranê de ye.”
Tekez jî kiriye, danûstandin bi Îranê re li ser astek bilind û rasterast, bi hêviya gehiştina bi rêkeftinê bi rêve biçe.
Basnews
