• Monday, 09 February 2026
logo

James Jeffrey: Ez di wê baweriyê de me rewşa kurdan ber bi baştirbûnê ve diçe

James Jeffrey: Ez di wê baweriyê de me rewşa kurdan ber bi baştirbûnê ve diçe

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraq û Sûriyê radigehîne, “Herêma Kurdistanê li deverê yek ji seqamgirtirîn cihan e û xwedî pêşkeftîtirîn aborî ye.” Herwaha dibêje, “Ji bilî welatên rojava û Tirkiyê jî, Herêma Kurdistanê têkeliyên gelek baş bi welatên Erebî re jî hene.”

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraq û Sûriyê James Jeffrey ji K24ê re ragehand, “Ez li wê baweriyê me ku rewşa Kurdan ber bi baştirbûnê ve diçe û me pêşveçûneke erênî dîtiye, lê ez ji ber arêşeyên dawiyê yên girêdayî hinardekirina petrolê nîgeranim.” Herweha got, “Heta astekî bi Iraqê re pêşveçûn heye û divê berdewam be.”

James Jeffrey amaje jî da, “Me lihevkirina dawî di navbera Şamê û Kurdan de li bakurê rojhilata Sûriyê dît, herwaha me dît ku Serkirdeyê  PKKê Ocalan destê xwe ji bo Hikûmeta Tirkiye dirêj kir. Ev hemî pêşveçûnên erênî ne.”

Navborî teqez kir: “Herêma Kurdistanê yek ji seqamgirtirîn û pêşkeftîtitîn cihên deverê ye û ji aliyê aborî ve gelek serkeftî ye. Hemû alî li Iraqê wê yekê fêm dikin, lewma gelek geştyar serdana wê dikin.”

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraq û Sûriyê ragehand:  “Li beranberî Iraqê, bazirganiyeke zêdetir bi Herêma Kurdistanê re tê kirin. Ji bilî Fransa, Brîtanya, Amerîka û Tirkiye, Herêma Kurdistanê têkeliyên gelek giring ên aborî û diplomasî bi welatên Erebî jî re hene.”

 

Basnews

Top