Erdogan dê pêşwaziyê li şandeya DEM Partiyê bike
Biryare Serokê AK Partiyê îro bi desteya kargêrî ya partiya xwe re bicive û danûstandinan li ser hin mijarên giring bike, herwesa biryar e pêşwaziya şanda DEM Partiyê jî bike.
Li gor malpera Yeni Şafakê, biryare Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan piştî nîvroya îro 07.04.2025 bi desteya kargêrî ya partiya xwe re bicive.
Biryare di wê civînê de behsa wan nerazîbûnan tê kirin ên ku piştî desteserkirina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu dest pê kirine.
Herwaha behsa banga CHPê li ser boykotkitina kelûpelên Tirkiyeyî û danûstandinên pilankirî bi DEM Partiyê re tê kirin û danûstandin dê li ser abor, siyaseta derve û karên perlemanê jî bên kirin.
Yeni Şafakê herwaha ragehand: “Yek ji tewerên diyar ên wê civînê dê bizavên hikûmetê ji bo armanca Tirkiyeyeke bê teror be.” Her di wê çarçoveyê de jî, biryar e di çend rojên bê de ji aliyê Erdogan ve pêşwaziya şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê bê kirin.
Hûrgiliyên wê civînê û ihtîmala bandorên wê yên siyasî bi endamên serkirdetiyê re dikevin ber behskirinê.
Herwesa ew stratejiya nû, ku di wê piroseyê de tê peyrewkirin, tê diyarkirin û tê çaverêkirin ku Erdogan bi desteya kargêrî ya partiya xwe re helsengandineke tevalî li ser wan mijaran bike.
Basnews
