Zanîngeha Selahedînê yekemîn konferansa navneteweyî ya li ser guherîna avhewayê li dar dixe
Zanîngeha Selahedînê bo cara yekem û bi amadebûna nûnerên 15 welat û 29 zanîngehan, konfranseke navneteweyî li ser guhertina avhewa û astengî û çareseriyan birêve dibe.
Di vê derbarê de Rêvebirê Ragehandina Zanîngeha Selahedînê Saman Ebdulah ji BarNewsê re ragehand: “Bo cara yekem ev konferans bi amadebûna nûnerên 15 welat û 29 zanîhgehên Kurdistanê, Iraq û welatên Ereb û Ewropî li bajarê Hewlêrê bi rêve diçe.”
Herwaha ragehandin: “Welatên beşdar di wê konferasa navneteweyî de ji Kurdista, Iraq, Tûnis, Urdin, Brîtanya, Îmarat, Yûnan, Bangladeş, Tirkiye, Îtalya, Erebistana Siûdî, Misir, Holanda, Îran û Sûriyê pêk tên.”
Rêvebirê Ragehandina Zanîngeha Selahedînê herwaha aşkera kir, ku konferansa navneteweyî ya avhewayê li 8 û 9ê Nîsana 2025ê birêve diçe, ku 163 lêkolîner li welatên cuda cuda bi 54 lêkolînan beşdarî wê konferansê dibin.”
Herwaha behsa wê jî kir, ku beşeke girîng a wê konferansê ji xwendin û lêkolîna li xwezaya Herêma kurdistanê pêk tên.
Basnews
