Fermandarê Spaha Pasdaran: Em amadeyê şerin lê em destpêşxeriyê nakin
Fermandarê Spaha Pasdarên Îranê di dema gefên Amerîkayê bo lêdana Îranê de radigehîne: Em destpêşxeriya şer nakin, lê em bo şer amadene.
Ajansa Nûçeyan a Îranê belav kiriye ku fermandarê giştî yê Spaha Pasdaran a Îranê Husên Selamî îro 5.04.2025 ragehandiye: “Em ji bo şer û bersivdanê amadene, lê em despêşxeriyê li êrîşkirin û destpêka şer nakin (ango pêşengiya destpêkirina şer nakin), em ferbûne ku çawa li hember neyeyaran serbikevin û ti pêngavekî jî paşve navêjin.”
Navborî di civîneke li gel berpirs û rêveberên fermandeyên giştî yên Spaha Pasdaran de ragehandiye, “Em par di rewşeke dijwar re derbas bûn. Dijminên me hemû îmkanên xwe yên leşkerî li hemberî me rawestandin û ew anîne qadê.”
Gotinên wî berpirsê serbazî yê Îranê di demekê de tên, ku medyayên cîhanê behsa îhtimala êrişa Amerîka û Îsraîlê bo ser binkeyên serbazî û atomî yên Îranê dikin. Kanala 14ê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîl êrîşeke mezin li dijî Îranê pêk tîne ku ji Şerê Cîhanê yê Duyem ve nehatiye dîtin.
Di vê navberê de Serokê Amerîkayê Donald Trump çendîn caran bang li Îranê kiriye ku bi rêkeftineke nû ya Atomî razî bibe û got, eger Îran razî nebe dê tiştên xirab rû bidin.
Basnews
