• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Wanê ji encam erdhejînê 7 kesan canê xwe ji dest dan û sê ji wan zaro ne.

Gulan Media February 23, 2020 Nûçe
Li Wanê ji encam erdhejînê 7 kesan canê xwe ji dest dan û sê ji wan zaro ne.
Piştî erdhejîna Îranê, li bajarê Wanê li bakûra Kurdistanê 7 kesan canê xwe ji dest dane û di nav wan sê zaro hene.

herweha hejmareka mêdyayan amaje kirine ku hinek kes hêj li avahîyên heriftî mane û hejmareka gundan ziyan berketine.

Evro, Erdhejînek bi gurr a 5.7 pile bi pîvanaka Rêxter bajarê Xoyê, ku dikeve rojhelata Kurdistanê hejand û li çend bajarên bakura û rojhelata Kurdistanê jî hest bi wê erdhejînê hatîye kirin.

Rêveberîya navend a kirîzên Wirmê belav kirîye, wê erdhejînê ziyanên canî û madî hebûye.

Ragehand jî, wê erd hejînê ziyan gehandîye 43 gundên parêzgeha wirmê û hêlên peywendîyê jî li wan gundan hatîne birrîn.

K24
Top