Li Sûriyê şerê tayfeyî zêde dibe û ji ber wê 22 kesên din hatin kuştin
Li Sûriyê şerê tayfeyî her diçe zêde dibe û ji roja duyem a cejna Emezanê ve 22 kesên din hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan beyanameyekî de ragehand, ji roja duşema borî ango 31.03.2025ê heta naha li parêzgehên Tertus, Hums û Hemayê 22 kesên din ên sivîl ku nav wan de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dane.
Herwaha hat ragehandin, grubên çekdar êrîş kirine ser gundekî li gundûwarên Banyasê û 8 kes kuştine ku yek ji wan muxtarê gund bûye û herwaha zarokek jî di nav kuştiyan de bûye. Hêzên leşkerî yên ser bi Wezareta Berevaniyê û hêzên navxwe ji wan kuştinan tên tometbar kirin.
Rewangeha Sûrî dibêje çend bûyerên din ên wisa li wî gundî hebûne, di çend navçeyên din ên cuda yên Sûriyê jî êrîşên kuştinê yên heman awayî pêkhatine û xelk koçber bûne û navçeyên xwe bicîh dihêlin.
Piştî hilweşîna Rejîma Beşar Esed şerê tayfeyî li Sûriyê destpê kiriye û herçend rêxistinên mafên mirovan ji bo ragirtina wî şerî bang jî dikin, lê şer her zêde dibe û ji roja cejna Remezanê ve heta naha 22 kes ji ber wî şerê tayfeyî hatine kuştin.
Basnews
