Wezareta Petrolê ya Iraqê daxwaza civîneke lezgîn ji bo guftûgokirina li ser hinartina petrola Herêmê dike
Wezareta Petrolê ya Iraqê îro di daxuyaniyekî de ragehand ku daxwaza civîneke lezgîn a li gel aliyên pêywendîdar kiriye, bo destpêkirina danûstandinên li ser hinartina Petrola Herêma Kurdistanê.
Herwiha tekez kir ku, ew kar ji bo cîbicîkirina bi awayekî rast ya serrastkirina bûdceyê ku di 2ê Sibata 2025ê de hatiye pesendkirin, dikin, daku di zûtirîn dem de hinartina bi rêya boriya Iraq-Tirkiyê dest pê bike.
Wezareta Petrola Iraqê herwaha dibêje: “Hikûmetê gavên berbiçav û ciddî avêtine ji bo ku baweriya baş bi danûstandinan nîşan bide û vegerandina hinartina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyê re misoger bike.”
Di dawiya meha borî de, Komeleya Pîşesaziya Nefta Kurdistanê (EPICO) li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragehand, me fêm kir ku Wezareta Petrola Iraqê amade nîne behsa çareserkirina pirsa hinartina petrola Herêma Kurdistanê bike, eve nayê pejirandin.
Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (EPICO) daxuyaniyek da û ragehand: “Şirketên petrolê yên navdewletî yên diyarkirî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî baş ligel hikûmeta Iraqê û rasterast ligel ofîsa Serokwezîr Mihemed Şîe Sûdanî danûstandin kirine, daku bigihin biryarekê ji bo destpêkirina hinartina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyê, li gor rêkeftinên me yên siyasî û yasaya bûdceya Iraqê.”
Herwaha ragehand: “Em têgehiştin ku îro wezareta petrol nîşan daye, ku amade nîne danûstandinê li ser çareseriyekê bike, ku rêzê li pîroziya girêbesta yasayî ya IOC digire û hewl dide ku pêvajoyek ji bo guhertina çarçoweya aborî ya peymanên yasayî û rewa yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û IOC de bi awayekî yekalî pêk bîne.”
EPICO dibêje"Ev pêkanîn ji aliyê Wezareta Neftê ya Iraqê ve nayên qebûlkirin. Şîrketên endamên APIKURê dê ji nû ve dest bi hinardekirinê nekin, heya ku pabendbûna hikûmetê hebe ku peymanên me bi cih bîne, di nav de garantiya peredana hinardekirina berê û ya pêşerojê.”
Basnews
