Berpirsekî Lijneya Ewlehî û Berevaniyê: Dixwazin bi yasayekî Heşdî Şeibî ji Wezareta Berevaniyê bihêztir bikin
Cîgirê Serokê Lijneya Ewlehî û Berevaniyê li Encûmena Nûnerên Iraqê radigehîne ku ew yasaya ku dixwazin li ser Heşdî Şeibî li Parlamentoya Iraqê derbixin dê bibe sedemê bihêzkirina Heşdî Şeibî, ku Desteya Heşdî Şeibî ji Wezareta Berevaniya Iraqê bihêztir bibe.
Cîgirê Serokê Lijneya Ewlehî û Berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Segvan Sindî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di nav erebên şîe de nakokî çêbûye li ser yasaya Heşdî Şeibî, ji ber tirs heye ji aliyê çend grubekan ve wek rêdayîna siyasî bê bikaranî ku bi wê rêyê ve dest daynin ser Iraqê. Lê bi giştî ew yasaye eger derkeve metirsî ji bo Iraqê çêdibe û Heşdî Şeibî ji Wezareta Berevaniyê bihêztir dibe û Wezareta Berevaniyê namîne. Du hêzên leşkerî li welatekî de dibe defacto û wisê lê tê Wezareta Berevaniya Iraqê dibe şêwirmend û êdî biryarên leşkerî ji aliyê Desteya Heşdî Şeibî ve tên dayîn. Ji bo wê jî beşek ji erebên sunne jî li ser wê projeyasayê nîgeran bûne.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Eger projeyasaya taybet a derbarê Heşdî Şeibî de derbas bibe, êdî artêşa Iraqê dibe dûvikê Heşdî Şeibî. Civaka navnetewî jî wê yekê qebûl nake û berovajî wê li dijî me ye. Herwaha hest tê kirin ku Heşdî Şeibî di zelalkirina pirsên siyasî yên navxweyî de jî bê bikaranîn ango mijarên wek helbijartin û kontrolkirina hemû beşên serekî yên desthilata welat de.’’
Herwaha diyar kir, li gel hewldanên beşek ji erebên şîe yên dixwazin projeyasayê derbas bikin, lê ew bi asanî derbas nabe.
Hêjayî gotinê ye ku Amerîkayê daxwaza hilweşandina Heşdî Şeibî dike û beşek ji erebên şîe jî hewla derbaskirina çend projeyasayan dikin li Parlamentoya Iraqê û wê yekê di bin navê xizmet û malnişînî û peykerbendiyê ve dixwazin Heşdî Şeibî bihêztir bikin.
Basnews
