Mesrûr Barzanî: Pêzanînên me ji bo piştevaniya Civaka Navnetewî heye û pêwîste li parastina xelkê Kurdistanê berdewam be
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera biryara 688 ya Netewên Yekbûyî ya sala 1991ê de spasiya piştevaniya Civaka Navnetewî kir û pêwîst dizane ku divê parastina xelkê Kurdistanê jî berdewam bikin.
Îro 05.04.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî X de peyamek belav kir û ragehand: ‘’Di salvegera biryara 688 a Encûmena Asayîşa Netewên Yekbûyî ku sînorek ji bo êrîş û zulma rejîma Beis danî, em rêz û pêzanînên xwe ji bo wê piştevaniya Civaka Navnetewî bi teqezî nîşan didin.’’
Serokê Hikûmetê teqez kir: Pêwîste Civaka Navnetewî berdewam be li parastina xelkê Kurdistanê û rijdbûna li ser mafên gelê Kurd.’’
Basnews
