Bi sedema Vayrosa Korona li Îranê pişûya fermî hat ragehandin
Mesûd Seqfî, gotebêjê wezareta perwerdeya Îranê ragehand, bi sedema rêgirtinê ji belavbûna vayrosa Korona li navendên xwîndinî, li teva ya xwîndingehên Wirmê , Tehran, Hemedan, Qezwîn, Erdebîl û Gulistan her dû rojên Yekşembîyê û Dûşembîyê pişûya fermî hetîye ragehandin. Li parêzgeha Geylan û navenda wê bo yek hefteyê pişû hatîye ragehandin.
Li gor amara wezareta tendûristî ya Îranê, heyan niha 6 kes bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.
K24
