• Monday, 09 February 2026
logo

Pedersen: Êrîşên Israîlê li ser Sûriyê di demeke hestyar de ne

Pedersen: Êrîşên Israîlê li ser Sûriyê di demeke hestyar de ne

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyê êrîşên Israîlê yên li ser Sûriyê şermezar dike û radigehîne ku, pêşveçûn di demeke hestyar de ne.

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyê Geir O. Pedersen îro 03.04 2025ê êrîşên şevêdî yên Israîlê li ser Sûriyê şermezar kirin û ragehand, “Ew êrîş seqamgiriya Sûriyê di demeke hestyar de têk didin.”

Geir O. Pedersen herwesa daxwaza rawestandina wan êrîşan kir û got, “Mimkin e ew êrîş ji bo astekî metirsîdar û binpêkirina qanûna navdewletî bilind bibin.” Pêdivî jî dît ku, Israîl rêzê li serweriya Sûriyê û lihevkirinên berkar bigire û çalakiyên xwe yên yekalî li ser axa Sûriyê rawestîne.

Ajansa SANAyê ya nûçeyan a fermî ya Sûriyê duhî (Çarşem, 02ê Nîsana 2025ê) parve kiribû, “Balafirên şerî yên Israîlê çend cih bombebaran kirine, yek ji wan cihan jî navendeke lêkolînên zanistî li taxa Mesakin Berezeyê ya Şamê ye.”

Li dû ajansên nûçeyan, balafiran tenê Şam bombebaran nekiriye belkî Balafirxaneya Serbazî ya Hemayê û derdora Balafirxaneya T4ê ya Serbazî li Himisê jî bombebaran kirine.

 

 

Basnews

Top