• Monday, 09 February 2026
logo

Çavkaniyekî nêzîk îdareya Trump: Dibe ku Îran heta meha Îlonê nemîne

Çavkaniyekî nêzîk îdareya Trump: Dibe ku Îran heta meha Îlonê nemîne

 Rojnameya Daily Express, ji çavkaniyekî nêzîk li îdareya Donald Trump belav kir, eger Îranê li gor daxwazên Amerîkayê yên ji bo ragirtina hewldanên çêkirina çekên atomî tevnegere, heta meha Îlonê dê li nav biçe.

Li gor heman rojnameyê bi zimanê çavkaniyekî behs kiriye: Niyeta ku heye ron û aşkeraye û pir bi hêsanî mirov lê têdigehê, dema Îranê êdî bi dawî hatiye.

Herwaha diyar kiriye: ‘’Eger Tehran li gor daxwaza Serokê Amerîkayê Tehranê tevnegere, ku daxwaz kiriye bi temamî dûvçûnê bi şiyanên atomî de bike û hemû bernameyê hilweşîne, dê heta meha Îlonê Îran nemîne.

Çavkaniyekî ji hikûmeta Îsraîlê jî ragehandiye: Eger Îran nekeve rewşa danûstanên çekên atomî, Amerîka û Îsraîl dê gurzên mezin li rawestek û saziyên atomî yên Îranê bide

Herwaha diyar kir, eger Îran helwêsta xwe di naverok û bingehîn de neguhere, bi piştrastî dê derbeyekî mezin lê bê xistin.

 

Basnews

Top