Hikûmeta Herêmê: Ti nexweşiyekî vayrosa Korona nehatiye tomarkirin
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed piştî civîna Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vayrosa Korona di konferanseke rojnamevanî de ragihand jî, ti tiştî ji welatiyan venaşêrin û her tiştek heger ji dezgehên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebe, ji rastiyê dûr e.
Daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê kir jî, hevkariyê bi dezgehên fermî yên Hikûmetê re bikin û red kir jî ku ti nexweşekî vayrosa Koronê li Herêma Kurdistanê hatibe tomarkirin.
Derbarê civînê de jî Wezîrê Navxwe ragihand, li ser rasperdeya Serokê Hikûmetê civîn hatiye girêdan û hevahengiya temam bi Bexdayê re heye.
Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vayrûsa Korona îro bi beşdariya hejmarek ji wezîran û aliyên pêwendîdar yên parêzgehên Herêma Kurdistanê ji bo rêgirîkirin û xweparastina ji vayrosa Korona civiyabû.
K24
