• Monday, 09 February 2026
logo

Sûdanî ji Şera re: Em ketina hêzên Îsraîlî nav axa Sûriyeyê red dikin

Sûdanî ji Şera re: Em ketina hêzên Îsraîlî nav axa Sûriyeyê red dikin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera re ragihand, ew li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê ne.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê îro 1ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand, Sûdanî bi telefonê bi Şera re axivî û cejna Remezanê û pêkanîna hikûmeta nû li gelê Sûriyeyê pîroz kir.

Diyar kir jî, Sûdanî tekezî li ser helwesta Iraqê kir û got, gelê Iraqê piştevaniyê li bijardeya gelê Sûriyeyê dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Sûdanî tekezî li ser girîngiya proseya siyasî bi beşdariya hemû pêkhateyan û bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane û ewlekariya civakî, ji bo paşerojeke baş û aram ji bo Sûriyeyê kir.”

Amaje bi wê jî kir, Serokwezîrê Iraqê derbasbûna hêzên Îsraîlî bo nava axa Sûriyeyê red kir û piştevaniya xwe ji yekparçeyî û serweriya Sûriyeyê re dubare kir û her destêwerdaneke derveyî di nava Sûriyeyê de red kir.

Herwiha Sûdanî got: “Di şerê li dijî metirsiya DAIŞ`ê de, hevkariyeke hevbeş girîng e û ji ber faktor û derfetên hevbeş, giringiya hevkariya di warê aborî de jî heye.”

 

K24

Top