• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê serxwaşî li Berhem Salih kir

Serokê Hikûmetê serxwaşî li Berhem Salih kir

Duh êvarê 31.03.2025, Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê Mesrûr Barzanî, di pêywendiyeke telefonî de ji bo koça dawî ya rojnamevan Belên Salih ê birayê Serokomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih serxwaşî jêre kir.

Serokê Hikûmetê sersaxî û hevxemiya xwe gehande Berhem Salih û hêvî xwast, ku xwadayê mezin canê rehmetî bi hiheştê şa bike û sebir û aramiyê bide malbatê.

Herwaha Dr. Berhem Salih bi navê malbata xwe, spasî û pêzanîn bo pêywendî û hevxemiya Serokê Hikûmetê da nîşandan.

 

Top